Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reîsî Dijî Xwepêşandanên Ser Kuştina Jîna Amînî Daxwaza Bergirîyên Dijwartir Dike


Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî
Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî dîyar kir ku hikûmeta Tehranê dê bi tundî li hember hember xwepêşandanên berfireh yên seranserî wî welatî derbikeve.

Televîzyona dewleta Îranê do Şemîyê ragihand ku xwepêşandanên li serenserê Îranê bi kêmî ve li 133 bajaran belav bûne û 41 xwepêşander mirine,yên ku Piştî kuştina keça Kurd Jîna Amini ya heftaya borî destpê kiribûn.

Vîdyoya li ser medyaya civakî nîşan da ku xwepêşanderan peykerê Rêberê Bilind Ayetullah Elî Xamineyî roja Înê li bajarê wî Meşhed şewitandin, dema ku wan dirûşmên dijî wî û hikûmetê diavêtin.

Vîdyoyên din nîşan didin ku xwepêşanderan li gelek bajaran, di nav de paytext, Tehran, agir berdane wêneyên Xamineyî.

Hat ragihandin ku xwepêşanderan beşeke mezin ji bajarê Aznavê yê ku piranîya şênîyên wê Kurd in li bakurê rojavayê welat û bajarê Şino kontrol kirine; piştî ku hêzên ewlehîyê neçar man jiber hejmara mezin ya xwepêşanderan.

Ew xwepêşandanên Îranê yên herî mezin in ji 2019’an vir ve ne, dema ku xelkê Îranî jiber buhayê sotemeniyê daketibûn kolanan.

Herî kêm 1.500 kes hatibûn kuştin di operasyonên tepeserkirinan da.

Bi sedan Îranîyên derbider do Şemîyê hem li paytexta Kurdistana Îraqê Hewlêrê û hem jî li Parîs û bajarên din yên Ewrupa kom bûn; bo şermezarkirina tepeserkirina xwepêşandanên Îranê piştî kuştina Jîna Amînî aliyê polîsên exlaqî yên Îranê.

XS
SM
MD
LG