Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reîsî Berevanîya Qanûna Bingehîn ya Komara Îslamî ya Îranê Dike


Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Şemîyê, Komara Îslamî ya Îranê wek garantorê maf û azadîyan bi nav kir û berevanîya sîstema desthilatdar ya li welatê xwe kir.

Îbrahîm Reîsî ev daxuyanî di gotarekê ji parlementerên Îranî re da; dema ku li Îranê tepeserkirina tund ya xwepêşandanên dijî hikûmetê didome ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku zêdetirî 300 kes hatine kuştin.

"Îran xwedîyê qanûna bingehîn ya herî pêşketî li cîhanê ye, jiber ku ew prensîban bi demokrasîyê re girê dide."

Wî bi berdewamî anî ziman ku qanûna bingehîn ya heyî hebûna sîstema îslamî û mafên bingehîn garantî dike

"Qanûna bingehîn hebûna sîstema îslamî garantî dike û herwiha "mafên bingehîn û azadîyên rewa garantî dike."

Ji alîyê din, Ajansa Mizan ya saziya dadwerîyê ji zarê civata asayîşa dewletê ya wezareta navxwe ragihand ku 200 kesan di “serî rakirinên” vê dawîyê de jiyana xwe ji dest dane.

Emiralî Hacîzade, fermandarekî payebilind yê Pasdarên Şoreşê Duşema borî gotib û ku 300 kes, tevî endamên hêzên ewlekarîyê, di alozîyên vê dawîyê de hatine kuştin.

Cewaîd Rehman, pisporê serbixwe yê Îranê ku ji alîyê NY ve hatiye erkdar kirin, roja Sêşemê got ku zêdetirî 300 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin, ku ji wan zêdetirî 40 zarok in.

Koma mafên mirovan HRANA do Înê ragihand ku herî kêm 469 xwepêşander hatine kuştin ku 64 ji wan zarok in.

HRANA herwiha got ku 61 hêzên ewlehîyê yên Îranê jî hatine kuştin. û 18 hezar û 210 xwepêşander hatine girtin.

Melayê navdar yê Sunnî yê Belûç, Molavî Ebdulhemîd, jî bang kir ku tepeserkirina xwepêşandanan bi rêya girtin û kuştinê were sekinandin û daxwaza referanduma guhertina sîstema hikûmeta Îranê kir.

Xwepêşandanên Îranê piştî kuştina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî ya 22 salî di 16’ê Îlonê de di dema desteserkirina polîsên exlaqî ve destpê kir, ku hê jî didomin.

Xwepêşander ji hemû beşên civakê bi giştî daxwaza têkçûna Komara Îslamî, hilweşîna desthilata wê yên olî û azadîyên bingehîn dikin û hersa xwe bi piranî bi şewitandina wêneyên rêberê bilind Ayetullah Alî Xameneyî û û bi qerînên dijî wî dîyar dikin.

Serhildana ku didome bo desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê wek yek ji kêşeyên herî girîng ya ji destpêka şoreşa Îslamî ya sala 1979’an vir be ye.

Îran welatên biyanî û sixûrên wan bi azirandina xwepêşandanan tawanbar dike, di nav de Amerîka, Erebîstana Saudî û Îsraîl jî.

XS
SM
MD
LG