"Huner bû deriyê dilê min, ji bo derbasî nav jiyana rasteqîn bibim " wisa hunermednê şêwekar Remedan Hisên pêwendiya xwe bi hunerê dide naskirin.
Remedan Hisên di sala 1972'an li bajarê Serêkaniyê ji dayik bû.
Ji zaroktiya xwe ve, hogirî hunerê bû û jê hezkir, lê bê tu piştgirtin ji aliyê malê ve ne bû ji bo pêşketina wî.
Remedan bi serê xwe hînî şêwazên hunerê yên serekî bû, û dest bi nîgarkêşiya wêneyên derdora xwe û malbatê kir.
Piştî ku rê li ber wî teng bûn, wê berê xwe da bajarê Laziqiye li ser Derya Sipî li rojavayê Sûriyê, û li wir êdî dest bi xendina hunerê kir û pêwendiyên baş bi hunermendên ereb re ava kir.
Ji ber şerê Sûriyê, Remedan û malbata xwe ji welêt derketin û li Nimsa (Avusturya) bi cî bûne û li wir xebatên xwe yên hunerî berdewam dike.
Şêwaza hunerî ya Remedan li ser şêwaza derbrînî ya almanî ava dibe, ku mirov endamê serekî ye di kevalê de, û bi reng û xêzan derbrîniyên wî dide eşkere kirin. Remedan dibêje ev şêwaz nêzîkî rihê wî ye, ji ber ew dikare êşa gelê kurd bi zelalî dide ber çavan.