Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şiyar Îsa: Berjewendiya Kurdan di Rizgarkirina Reqa de Heye


Hêzên Sûriya Demokrat bi serpereştiya hêzên kurdî pêşveçûnên bikêrhatî bidest dixînin di şerê Reqa de, ku ew tişt bala cîhanê kişandiye û bûye cihê metirsiya hin aliyên rikeberiya Erebî di Sûriye de, ku Kurd dest bidin ser Reqa û têxin jêrî kontrola xwe.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi lêkolîner Şiyar Îsa re kir, di derbarî şerê Reqa û berjewendiya Kurdan di vî şerî de. Gelo wê pirsgirêka kurdî li Sûriye têkeve çi astê de piştî rizgarkirina Reqa?

Birêz Şiyar dibêje: Şerê Reqa pir girîng e ji bo têkçûna DAIŞ di herêmê de û rizgarkirina wê bibandor be li ser rewşa Sûriye bigiştî.

Herwiha jî birêz Şiyar anî ziman, ku pirsgirêka Kurdî di Sûriye de derbasî astek din dibe û divê ku Kurd hişyar bin da ku mafên xwe misoger bikin. Wekî din jî Şiyar dibêje : Ji partiyên siyasî yên kurdî tê xwestin, ku ew nêzîkî hev bibin û karekî hevbeş bikin, da ku serkeftinên leşkerî di danûstendinên siyasî de jidest nebin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:05 0:00

XS
SM
MD
LG