Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: DAIŞ'ê 34 Leşkerên Artêşa Sûrîyê li Reqa Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) do Pêncşemê li Reqa 34 leşkerên Artêşa Sûrîyê kuştine.

SOHR'ê dîyar kir ku DAIŞ'ê, piştî pevçûnên bi hêzên hikûmetê re, piranîya axa ku wenda kiriye jinûve sitandîye.

Li gor ajansa çavdêrîyê, DAIŞ di pevçûnan de bi ser ket û qada di bin kontrola xwe de heta başûrê Çemê Feratê ve berfireh kir.

Dîrektorê SOHR'ê Ramî Abdurrahman ji AFP re da zanîn ku DAIŞ'ê, hêzên rejîmê ji rojavayê Madanê 30 kîlometre bi dûr xistine.

Madan, xencî Reqa yekane bajarê di destê DAIŞ'ê de ye.

Çekdarên DAIŞ'ê li rojavayê Reqa bi Artêşa Sûrîyê re şer dikin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di meha Hezîranê de dest bi operasyona Reqa kiribû û heta niha 60 ji sedê bajêr bi dest xistîye.

XS
SM
MD
LG