Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Xurtkirina Ewlehîyê di Ramazanê de Hin Peqîn li Reqa Çêbûn


Desteya Hindurîn ya Meclîsa Sivîl ya Reqa ji destpêka meha Ramazanê hejmara rêbendan li ser hemû rêyan û kolanên Reqa zêde kirin da ku Ramazan bi awayekî ewle derbaz be. Lê, dîsa jimareke êrîş û peqîn li navenda bajêr qewimîn.

Di 17’ê Hezîranê de du bombeyên dengî hatine teqandin, bê ku tu zîyan bikevin.

Di 18’ê Hezîranê de li Qada Dela ji alîyê kesen nenas ve bombeyek hate avêtin. Di encamê de 3 welatî hatine birîndar kirin. Di heman rojê de li Qada Panorama bombeyekê li ser rê hatibp çandin peqî, lê ti zîyana canî çênebûn.

Di 25’ê mehê de li pêş Nexweşxaneya Heyva Sor bombeyeke çandî hate teqandin, lê bê zîyan derbaz bû. Herwiha li pêş Parka Reşîd bombeyek hate teqandin û sivîlek birîndar bû.

Di 27’ê Hezîranê de li taxa Sekena bombeyek hate teqandin, bê ku zîyanên canî û madî hebin.

Peqîna herî mezin di 1ê Hezîranê de rû da ku erebeyek peqîner li nav qadên Reqa ku bi sivîlan dagirtî ne, hatin teqandin. Li gor şahidan, hejmarek kuştî û birîndar hebûn. DAIŞ’ê li ser malperên xwe ev teqîn xistibû stûyê xwe û îdia kiribû ku xwkujê bi navê Ebu Besîr Îraqî ew çalakî kiriye.

Metirsî hebû ku di rojên cejinê de teqîn biqewimin, lê Heza Ewlehîya Hindurîn bi girseyî endamên xwe li kolan û qadan gerandin ku cejin bi aramî derbas be.

Bilî teqînên mayînên DAIŞ’ê, peqînên din di encama mayînên ku di dema şerê rizgarkirina bajarê Reqa de hatibûn çandin rû dan û ew mayin û bombe rojane didin sedema kuştina hemwelatîyan.

RK_06_07_2019_Reqa_Eyd
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:49 0:00

XS
SM
MD
LG