Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Reqa Projeyên Ewlehî û Xurtkirina Aborî Destpê Dikin


Encûmana Sivîl ya Reqa jibo domandina ewlehîyê û vejandina pêşdeçûna aborî gelek projeyan bi rêve dibe.

Herwiha, Komîteya Hindurîn ya encûmanê jî jibo kêmkirina dizîyê û çavtirsandinê, projeya ronîkirina kolanên bajarê Reqa destpê kir.

Endezyar Ismaîl Hacî ji Dengê Amerîka re got ku projeyên ronîkirina kolanan yek ji projeyên piştgirîya aborî û ewlehîyê ye.

Çîrayên nav bajarê Reqa
Çîrayên nav bajarê Reqa

Piştî vegera piranîya rûniştvanên bajarê Reqa û hatina gelek koçberan ji herêmên din yên Sûrîyê, şenîya bajêr mezin bûye û hewcedarî bi rêxistinkirina liva çûne û hatine çêbûye.

Endezyar Ebdelah Sayêr jî got ku piştî vegera welatîyan û zêdebûna otombîlan bûyerên trafîkê zêde bûne.

Hêjayî bîrxistinê ye di şerê rizgarkirina Reqa de gelek avahi hatibûn rûxandin. Rêvebirên xwecîhî bal dikşînin ku bi alîkarîya hevpeymanîya navdewletî gelek proje destpê kirine, lê jiber wêranîya mezin hinek ji wan heta niha bi dawî nehatine.

RK_10_09_2020_Projeyên_Reqa
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00

XS
SM
MD
LG