Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje Rêvebirên DAIŞ'ê Êdî ji Reqa Direvin


HSD, di destpêka operasyona Reqa de
HSD, di destpêka operasyona Reqa de

Pentagon'ê do Înê ragihand ku rêvebirên payabilind yên DAIŞ'ê, berî Reqa ji alîyê hêzên ku Amerîka piştgirîya wan dike bi temamî were dorpêç kiririn, dest bi derketina ji wî bajarî kirine.

Berdevkê Pentagon'ê Captain Jeff Davis dîyar kir ku DAIŞ ewê dakeve jêrî Çemê Ferat û jibo demekê ji wir êrîşên xwe bidomîne.

''Wan êdî teqez ferq kiriye ku li Reqa dawîya wan hatîye ku rêber û rêvebirên wan ji wir bar dikin'' Davis got.

Ji alîyê din ve Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku pêşengê wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e, da zanîn ku di qonaxa nû ya operasyona rizgarkirina Reqa de wan bi dehan gundên din bi dest xistine.

HSD di serê Sibatê de dest bi operasyonê kiribû ku armanca wê ya sereke, jibo danûstandinên di navber çekdarên DAIŞ'ê de qut bike, kontrolkirina rêya Dêrezor û Reqa ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku DAIŞ niha li çend enîyan bi hev re li dijî hêzên cûda şer dike: Li Dêrezor'ê, HSD ya ku Amerîka piştgirîya wê dike û Artêşa Sûrîyê ya ku Rûsya hevalbendê wê ye êrîşê DAIŞ'ê dikin, û li bakurê rojavayê Reqa jî serhildayên Sûrîyê ku leşkerên Tirk piştgirîya wan dikin bi DAIŞ'ê re şer dikin.

XS
SM
MD
LG