Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandara HSD'ê: 70 ji Sedê Reqa Hatiye Rizgar Kirin


Fermandara Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Klara Reqa, di roja 99’an ya operasyona rizgarkirina Reqa de dîyar kir ku 70 ji sêde Reqa ketîye bin kontrola wan.

Klara Reqa di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re da zanîn ku ewê heta du mehan Reqa bi temamî ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) were paqij kirin.

‘’DAIŞ’ê Req wek paytaxta xwe ragihandibû. Jiber vê yekê bi hemî hêza xwe li vir şer dike. Tunelên binî erdê, maşîneyên bombebarkirî û êrîşvanên xwekuj û mayînên ku DAIŞ’ê li her derê Reqa çandine pêşdeçûna me giran dikin’’ Klara got.

Fermandara HSD’ê da zanîn ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, wek piştgirîya li Reqa, li dora Dêrezorê jî piştgirîya wan dike û peywendîyên wan yên bi koalîsyonê re roj bi roj xurttir dibin.

Klara Reqa bi berdewamî dîyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi slogana ''Emê bi destê jinan Reqa rizgar bikin'' tevlî operasyonê bûye û rolekî girîng listîye. Wê got ku armanca wan e ku ew hemî jinên cihanê biparêzin.





XS
SM
MD
LG