Piştî ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro dest bi operasyona rizgarkirina reqa kir, hîn şervanên wê karîbûn ku ji taxa Meşalab ya rojhilat têkevin nav bajêr.
Rojnamevan Nazim Daştan ku li nêzî Reqa operayona HSD'ê dişopîne, ji VOA re ragihand ku şerên dijwar di navbera HSD'ê û DAIŞ'ê de diqewimin firokên koalîsyonê jî piştgirî didin şervanên HSD'ê.