Lînkên eksesibilîtî

Fermandarê YPG'ê: Operasyona Reqa Dibe ku 4 Mehên Din Bidome


Çekdarên HSD'ê li Reqa

Fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Reuters’ê da zanîn ku operasyona rizgarkirina Reqa dibe ku hîn bi qasî 4 mehên din bidome.

YPG, li Reqa pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka dike.

Fermandarê YPG’ê Heval Gabar dîyar kir ku wan nîvê Reqa ji destê çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) sitandîye û ew li her alîyê bajêr bi pêşde diçin.

Gabar da zanîn ku wan giranîya operasyonê daye ser taxên Mansûr û Raşîd.

Berdevka HSD’ê Cîhan Şêx Ehmed ji pêr Çarşemê ji AFP’ê re dîyar kiribû 8 taxên Reqa di bin kontrola hêzên wan de ne û 7 jî hîn di deste DAIŞ’ê de mane.

HSD’e bi piştgirîya hêzên koalîsyonê di meha Hezîranê de dest bi operasyona Reqa kiribû.

Fermandarên HSD’ê û YPG’ê didin zanîn ku jiber êrîşên xwekujî, sekvan û mayînên DAIŞ’ê pêşdeçûna li Reqa giran bûye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG