Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG: Reqa Îro yan Sibê bi Tememî Tê Rizgar Kirin


Reuters’ê ji zarê berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Reqa nêzî têkçûna bi temamî ye.

YPG’ê da zanîn ku ewê Reqa roja Şemî yan Yekşemê bi temamî ji destê cîhadîyan were derxistin.

Berdevkê YPG’ê Nurî Mehmûd ji Reuters’ê dîyar kir ku li hindurê Reqa pevçûn didomin.

‘’DAIŞ li Reqa nêzî tekçûna tam e. Îro yan sibê dibe ku bajar were rizgar kirin’’ Mehmûd got.

Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Ryan Dillon do Sêşemê dabû zanîn ku di hindurê de Reqa de hîn bi qasî 100 çekdarên rêxistina tundrê mane.

XS
SM
MD
LG