Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê HSD: Roja Duşemê Şerê li Reqa bi Serkeftin Bidawî Dibe


Navenda bajarê Reqa
Navenda bajarê Reqa

Hêzên Sûriya Demokrat HSD, li hin ciyan li bajarê Reqa şerên dawî li dij çekdarên DAIŞ'ê encam dide, weke HSD texmîn dike ku, opresiyona ev 4 mehe hatî detpêkirin, îro Duşemê dê bi serkeftin bidawî bibin û Reqa dê bihê rizgarkirin.

Nûçegihanê ajansa Reuter dibêje, dûkel û temdûya şer ji hin herêmên bajarê Reqa bilind dibe û dengê şer û pevçûnan û topbaranê tê bihîsin.

Fermandarekî Hêzên Suriya Demokrat HSD'ê ya ku ji şervanên Kurd û Ereb pêktê dibêje, ewê roja Duşemê şerên li Reqa bi dawî bikin û serkeftina rizgarkirina reqa ragihînin.

Hêzên Suriya Demokrat dide zanîn ku, şeva Şemiyê hejmareke çekdarên dewleta Îslamê DAIŞ'ê bajarê Reqa bicî hêlan û tevî malbatên xwe ji bajar derketin, HSD herweha dide zanîn ku 200-300 çekdarên DAIŞ'ê yên biyanî di bajar de mane.

Ryan Dillon berdevkê hêzên hevpeyman ya li dij DAIŞ'ê ragihand ku "di 24 seatên bûrî de wan hin êrîşên esmanî pêkanîne, lê ez texmîn dikim di demek nêzîk de dê bên derxistin û HSD pêş dikeve jibo kontrol kirina cihên mayî li bajêr", weke Dillon dibêje.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, bajarê Reqa ji aliyê çekdarên DAIŞ'ê hat bû kontrol kirin û weke paytexta xîlafeta Dewleta Îslamê ragihand bû, Hêzên Sûriya Demokrat bi piştevaniya hevpeymana bi serokatiya Amerîka, berî 4 mehan dest bi operasyona rizgarkirina Reqa kir bû, ev yek di prês konferansekê de ji aliyê fermandariya HSD'ê ve roja 6î Xizîranê hat bû ragihandin.

XS
SM
MD
LG