Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Jiber Girjîya li Rojhilata Navîn Kompanîyên Firînê Qada Esmanî ya Afghanistanê bi Kar Tînin

Ajansa Reuters di raporteke taybet de radigihîne ku jiber girjîya li Rojhiata Navîn pirtir kompanîyên firînê dest bi firîna ji ser qada esmanî ya Afganistanê dikin.

Reuters dide zanîn ku kompanîya Singapore Airlines û British Airways dest bi firînên nû yên ji ser Afganistanê dikin û Lufthansa jî hejmara firînên xwe yên ji ser Aganistanê zêde dike jiber ku ew rê li gor Rojhlata Navîn ewletir tê dîtin.

Sedema vê guherîna kompanîyên firîngê girjîya navbera Îsraîl û Îranê ye ku piştî kuştina rêberê Hamasê, Îsmaîl Hanîyeh ya li Tehranê û bendewarîya tolhildana ji alîyê Îranê giheştîye asteke gelek bilind

Gelek kompanîyên firînê piştî destpêbûna şerê navbera Rûsya û Ukrayna yê di sala 2022an dest ji karanîna qada esmanî ya Rûsya berdabû û berê xwe dabû qada esmanî ya Îran û Rojhilata Navînê.

Kompanîyên firînê bal dikşînin ku di rewşa heyî de rêgeha ji ser Rojhilata Navîn ji qada esmanî ya Afganistanê xetertir e loma jî ew biryarên wiha didin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku kompanîyên firînê karanîna qada esmanî ya Afganistanê sekinandibû, piştî ku sê sal berê Talîbanê kontrola wî welatî xistibû destê xwe û xîzmetên kontrola trafîka esmanî sekinîbû.

Kompanîya FlightRadar24 ji Reutersê re got ku di hefteya duyê ya Tebaxê de, ji heman dema sala borî ve ji heft caran zêdetor firîn ji ser Afganistanê pêk hatine

FlightRadar24 bal dikşîne ki ev guherîn di nava meha Nîsanê de, di dema êrîşên muşekî û dronî yên nanera Îran û Îsraîlê, destpê kirîye û şîrketên wek Lufthansa, Singapore Airlines, British Airways û yên din dest bi karanîna qada Afganistanê kiriye.

Jêder: Reuters

This item is part of
XS
SM
MD
LG