Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îran ji Hamasê re Got ku Ew Nakeve Şerê Dijî Îsraîlê


Xameneyî û Hanîyeh li Tehranê (Arşîv)
Xameneyî û Hanîyeh li Tehranê (Arşîv)

Ajansa Reuters ji zarê sê berpirsên payebilind ragihand ku rêberê bilind yê Îranê, Ayetollah Alî Xameneyî di civîna destpêka meha Mijdarê ya li Tehranê de peyameke zelal gihand serokê Hamasê Ismail Hanîyeh.

Li gor wan jêderan, Xameneyî ji Hanîyeh re gotiye ku wan li ser êrîşa7ê Cotmehê ya ser Îsraîlê ti hişyarî neda Îranê loma ew li şûna Hamasê nakevin şer.

Berpirsên Îranî û Hamasê ku haya wan ji gotûbêjan hebû û nexwestin navê xwe eşkere bikin, got ku Xameneyî ji Hanîyeh re got ku Îran dê berdewam piştgirîya sîyasî û manewî bide Hamas ê, lê ewê rasterast destwerdanê di şerê wê yê bi Îsraîlê nake.

Karbidestekî Hamasê ji Reutersê re got ku rêberê bilind yê Îranê fişar danîye ser Hanîyeh ku wî bê deng bike, piştî ku komelên Filîstînî yên bi eşkereyî bang li Îran û hevalbenda wê ya hêzdar ya Lubnanî Hizbullahê dikin ku bi hemû hêza xwe beşdarî şerê li dijî Israîlê bibin.

XS
SM
MD
LG