Anketeke nû raber dike ku pirtir ji nîvê Amerîkîyan piştgirîya xwe ya bo Serok Joe Biden, ku bi qasî 100 roj in li ser kar e, didomînin.
Rapirsîna Reuters/Ipsosê nîşan dide ku Biden piştgirîyeke xurt bi dest xistiye ku Serokê berê Donald Trump bi ti awayî negihiştiye wê rêjeyê.
Bi wê piştgirîyê dibe ku Biden bo planên xwe yên ser binesazîyê û projeyên din yên mezin li Kongresê bişidîne.
Li gor anketa di navbera 12 û 16’ê Nîsanê de hatiye kirin, ku 4423 kes beşdar bûne, 55 ji sedê beşdaran performansa Biden ya li ser kar diecibînin, 40 ji sedê beşdaran karên wî naecibînin û 5 ji sedê ti biryar nedane hîn.
Ser rêvebirina têkoşîna dijî vîrusa korona 65 ji sedê beşdaran piştgirî dane Biden.
Di meha Rêbendanê de, li gor anketan rêjeya ecibandina performansa Trump ya ser rêvebirina krîzên saxlemîyê 39 ji sedê bû.
Anketa Reuters/Ipsosê raber dike ku 90 ji sedê Demokratan, 61 ji sedê serbixweyan û 39 ji sedê Komarîyan performansa Biden ya ser rêvebiririna pandemîyê dipejirînin.
Heman anket dide zanîn ku 52 ji sedê Amerîkîyan Biden di rêvebirina aborîyê de diecibinîn ku wî di wir de jî bi çend puanan Trump derbaz kiriye.