Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Ocalan Dikaribû Tundîya Zêdebûyî Rawistanda


Ajansa Reuters di şîroveya xwe de îro Çarşemê de dibêje, jibo kêmkirina tundîyê li Tirkîyê divê bi rêberê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtin bêne kirin.

Reuters dibêje, Ocalan ê ku li zindana girevekê de dimîne, dikarîbû tundîya zêdebûyî sekinanda, di vê demê de ku peyvajoya aştîyê ber bi ruxandinê ve diçe.

Rojnamevan Jonny Hogg bal dikşîne ku di pevçûnên demên dawîyê de 26 hêzên ewlekarî yên Tirkîyê hatine kuştin û şer li gelek bajaran belave bûye.

Kabidestên bilind yên hikûmeta Tirkîyê dibêjin, sozên ku alîyê Ocalan ve di prosesa aştîyê de hatin dan, ji alîyê PKK ve nehatin cîhanîn û heta ku ew soz bêne cîhkirin, rola Ocalan tuneye.

Nivîs hişyarî dide ku eger rewşa aloz ji kontrolê derkeve, ne dewlata Tirk, ne jî PKK wê bikaribe careke din rewşê baştir bike.

Hogg bi bîr tîne ku di krîzên berê yên wek êrîşên ser Kobanê de, bangên Ocalan di sekinandina tundîyan de kêrhatî bûne.

XS
SM
MD
LG