Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Piştgirîya bo Biden ji Berê Zêdetir Bûye


Ajansa nûçeyan ya Reutesê ragihand ku piştgirîya bo Serok Joe Biden ji destpêka seroktîya wî ve zêdetir dibe.

Li gor anketa Reuters û Ipsosê bi hev re kirine, 59 ji sedê Amerîkîyan seroktîya Biden diecibînin, 35 ji sedê naecibînin û 6 ji sedê wan jî hîn ti biryar nedane.

Anket raber dike ku gavên Biden yên bo saxlemîya civakê û krîza aborî di zêdebûna piştgirîya bo wî de roleke girîng dilîzin.

Piştgirîya bo Biden, li gor anketa meha Rêbendanê 4 puan zêde bûye ku anket nîşan dide ku di nav serbixweyan de jî desteka bo serokê Amerîka zêdetir bûye.

Di anketa dawî de ji her 10 hilbijêrên serbixwe 6 piştgirîyê didin Biden ku di rapirsîna meha Rêbendanê de ew hejmar 5 bû.

62 ji sedê beşdarên anketê polîtîkayên Biden yên bo şewba vîrusa korona diecibînin û 52 ji sedê beşdaran jî rêbazên wî yên bo aborîyê dipejirînin.

Herwiha anketa Reuters û Ipsosê dide zanîn ku 41 ji sedê Amerîkîyan sîstema koçberîyê ya Biden erê dikin, lê 45 ji sedê wan dijî wê ne.

Bi taybetî 79 ji sedê Komarîyan dibêjin ku ew performansa Biden ya ser sîstema koçberîyê napejirînin, lê 73 ji sedê Demokratan di vê mijarê de piştgirîyê didin wî.

XS
SM
MD
LG