Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Ewrupa Pirtir ji 300 Hezar Kes jiber COVID-19 Mirine


Kolanên Parîsê

Ajansa Reutersê îro Sêşemê ragihand ku li seranser Ewrupa pirtir ji 300,000 kes jiber COVID-19 canên xwe ji dest dane.

“Tevî ku % tenê 10 nîfûsa cîhanê li Ewrupa dijî û tevî hebûna nexweşxaneyên bi derfetên xurt, yek ji çar hemî 1.2 mîlyon mirinên ji vîrusa korona li vê parzemînê çêbûne,” ajansê got.

Demeke zûtir ya îro yên Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihandibû ku hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 51 mîlyonan bûye.

Bi 10 mîlyon pêketinan, Amerîka welatê yekê yê cîhanê ye û heta niha 238,251 kes jîyanên li welatî ji korona mirine.

Li dû Amerîka, bi bi 8,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

XS
SM
MD
LG