Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Myanmarê Daxwaza Pêdaçûnê ya Rojnamevanên Reutersê Red Kir


Wa Lone û Kyaw Soe Oo
Wa Lone û Kyaw Soe Oo

Dadgeha Bilind ya Myanmarê daxwaza pêdaçûnê ya du rojnamevanên Reutersê Wa Lone û Kyaw Soe Oo red kir ku jiber binpêkirina Qanûna Sirên Fermî hatibûn ceza kirin.

Dadgehê ti sedem nîşan neda ku çima ew biryar daye, lê parêzerên wan dibêjin ku dek û dolabek li ser wan hate danîn û divê ew werin berdan.

Wa Lone û Kyaw Soe Oo di Tebaxa 2017’an de li istana Rakhine operasyonên artêşa Myanmarê dişopand ku nêzî 700,000 Misilmanên Rohingyayî ji wê herêmê hatibûn derxistin.

Ew di Berfanbara heman salê hatibûn girtin û di Îlona sala 2008’an de jî hatibûn mehkum kirin û heft sal cezayê zindanê li wan hatibû birîn.

Wa Lone û Kyaw Soe Oo, jiber raportên xwe Xelata Pulitzer wergirtibûn û raporta wan ji alîyê dui hevkarên wan yên li dervê hatibû temam kirin.

XS
SM
MD
LG