Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Cîgirê Wezîrê Dadê ya Amerîka Rosenstein Kar Bernedaye


Ajansa Reuters ji zarê jêderekî girîng radigihîne ku Cîgirê Wezîrê Dadê ya Amerîka Rod Rosenstein karvekişîna xwe nedaye û hîn li ser karê xwe ye.

Jêderê ku nexwest nave wî eşkere be, da zanîn ku hatina Rosenstein ya Qesira Sipî ji berê de hatibû plan kirin û peywendîya civînê bi daxwaza karvekişînê tuneye.

Heman jêder bal kişand ku mijara karberdana Rosenstein di gotûbêjên Berpirsê Karmendên Qesira Sipî John Kelly ya di dawîya hefteyê de hate rojevê, lê raporên ku îdia dikin ew bi fermi dest ji kar berdaye ne rast in.

XS
SM
MD
LG