Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prof. Dr. Kaboglu: Cîyê Sazîya Rewşa Awarte di Zagona Bingehîn de Nîne


Profesorê Zagona Bingehî û parlementerê CHP Îbrahîm Kaboglu
Profesorê Zagona Bingehî û parlementerê CHP Îbrahîm Kaboglu

Di dema derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an de li Tirkiyê bi awayekî demîk di 21 Tîrmeha 2016'an de, Rewşa Awarte hatibû ragihandin. Di nav pênc salan de Rewşa Awarte her car hate dirêjkirin û xwe gîhand heta vê demê.

Li Meclîsa Tirkiyê di van rojan de li ser "qanûna çente" gotûbêj tên kirin. Di nav vê "qanûna çente" de ji bo gorandinê gelek zagon hene. Di nav vê "qanûna çente" de yek qanûn jî dirêjkirina Rewşa Awarte.

Profesorê Zagona Bingehî û parlementerê CHP Îbrahîm Kaboglu, him ev "qanûna çente" û him jî dirêjkirina Rewşa Awarte ji bo Dengê Amerîkayê nîrxand. Kaboglu, ragihan ku cîyê Rewşa Awarte di Zagona Bingehîn de tuneneye û got, "Rewşa Awarte piştî 15'ê Tîrmehê 2016 an de hatibû derxistin, ku bi xwe jî demkî bû. Her ku çû ev dirêj kirin û ana jî dixwazin ku car din dirêj bikin. Ev sazî her ku çû xwe li ser Zagona Bingehîn dibîne. Lê tiştê girîn ewe ku cîyê vê Sazîya Rewşa Awarte di Zagona Bingehîn de tunene. Desthilatî bi Rewşa Awarte dixwaze ku darê zorê li ser civakê bihejîne."

Piştî ragihnadina Rewşa Awarte û bi derxistina Bi Biryarên Hukmê Qanûnê (KHK) di nav pênc salan de di derheqê 70 hezar kesî de doz hatîye vekirin. Kaboglu gava van dozan dide ber çav dadidexuyakirin ku ev dozana bi şiklekî hiqûqî na, bi şiklekî sîyasî hatine vekirin:

"Heke ev 'qanûna çente' bibe zagonî wê gavê Rewşa Awarte jî dê hergavî be. Hikûmet ana bi vî dixwaze ku her derî bike bin kontrola xwe. Meclîs berbi girtinê ve diçe, ew di nav 25 madeyan de di nav 18 madeyî de dixwazin ku gorankarîyê bikin, ji vana yek jî madeya Rewşa Awarte ye. Armanca desthilatîyê ewe ku her tiştî bike bin destê xwe."

Heke li ser kesekê dozek bê vekirin ew kes pêşî serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqerê dide, heke li vir encam dernekeve diçe Dadgeha Bilind, dura diçe Zagona Bingehîn, heke li vîr jî dernekev wê gavê jî serî Dadgeha Ewrupayê dide. Li gorî Profesorê Zagona Bingehîn Îbrahîm Kaboglu, ev rê ji xwe mafên zor kesî tune dike.

Raporta Enqerê 14 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG