Serdozgerîya Komarî ya Bursa ragihand ku îdiayên ser mirina Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan, ku di Girtîgeha Îmraliyê de ye, ne rast in.
Hin hesabên li ser medya civakî di rojên borî de îdia kiribûn Ocalan canê xwe ji dest daye.
Parêzerên Ocalan jiber îdiayan serî li Serdozgerîya Komarî ya Bursa dabûn ku bi rêberê PKK’ê re hevdîtineke demûdest çêkin.
Li gor daxuyanîya Serdozgerîya Komarî ya Bursa, Ocalan sax e û rewişa wî ya saxlemîyê rind e.
Parezerên Ocalan dîyar dikin ku ew herî dawî bi wî re di Tebaxa 2019’an de rûbirû axifîne û wî di Nîsana 2020’an de jiber pandemîyê bi telefonê bi malbata xwe re xeber daye.