Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Mafên Zarokan de Rewşa Zarokan li Tirkîyê


20ê Mijdarê li cîhanê wek 'Roja Mafên Zarokan ya Navnetewî' tê pîroz kirin.

Tirkiye ji bilî xalên 17, 29, 30 ku mafê perwerde, xwe îfadekirinê, azadîya ziman û jîyana bi çand û adetê ya zarokan, peyman di sala 1995'an de îmza kir.

Baroya Amedê û Komela Mafên Mirovan ya Şaxa Amedê (IHD) derbarê rojê de daxuyanî dan. Di her du daxuyanîyan de hat destnîşankirin divê Tirkîye peymana zarokan bi hemî xalan qebûl bike.

Baroya Amedê bal kişand ku di sê salên dawî de, di dema şer û pevçûnên li bajarên Kurdan de, pir caran mafên mirovan û mafê jîyanê hatin binpê kirin.

“Di pevçûnan de gelek zarok ji alîyê hêzên ewlekarî hatin kuştin, lê ti kes jiber van kuştinan nehatin ceza kirin. Herwisa gelek zarok bi sûcên giran hatin tawanbar kirin û girtin, li ser wan şîdet pêk hat, gelek zarok neha di şertên giran de li girtîgehan tên girtin.”

IHD'ê jî dîyar kir ku li gor pêzanînên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê di nav deh salan de 483,908 zarok bi destûra dewletê hatine zewicandin û di nav şeş salan de 142, 298 zarok bûne dayik.

“Ji sala 2002'an vir de 440 hezar jinên ku temenê wan ji 18 salan biçûktir e, zarok anîne dinê. Temena 15,937 dayikên zarok, ji 15 salî biçûktir e. Ji 2009'an heta 2017'an 68 zarok û ciwan ku temenê wan di nav 18 û 21 salan de bûn bi awayek gûmanbar hatine kuştin. “

Daxuyanî dide zanîn ku di nav sê salan de, 18 zarok, bi îdiaya ku êşkence li wan hatine kirin, serî li IHD'ê dane û vê gavê li Tirkîyê 743 zarokên biçûk bi dayikên xwe re li girtîgehê ne.

XS
SM
MD
LG