Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson bi Seredanek Fermî li Hindistanê Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevpîşeya Wî ya Hindî Sushma Swaraj.
Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevpîşeya Wî ya Hindî Sushma Swaraj.

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson roja Çarşemê bi seredanek fermî giha New Delhi û ligel serok hikûmetê Hindistanê Narendra Modi civîn pêkanîn, ev seredana yekê ya Tillerson e bo başûrê Asya, bi armanca xûrtkirina têkiyên abûrî û stratejî, li demê ku, baladestîya Çînê li herêmê zêde dibe.

Tillerson êvarîya roja Sêşemê piştî seredana yek rojî li Pakistanê giha Hindistanê û ew welat weke hevlabendê herî giring yê Amerîka li herêmeke nakokbar bi nav kir.

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson berî vê seredanê bi heftiyekê li Washington peyvek pêşkeş kir û got ku, Amerîka dixwaze têkiliyên xwe "bihêz" bike ligel Hindistanê, ya ku weke hevalbendekê giring li hember rawestana zêdebûna baladestîya Çînê li parzemîna Asya dibîne.

Tillerson civîn ligel serok hikûmet Modi û şêwirmendê ewlekariya nîştîmanî û hevpîşeya xwe ya Hindî Sushma Swaraj encam dan.

Hindistan bazarê herî mezin yê Amerîka ye, sala bûrî qebarê bazirganiya di navbera herdu welatan de giha bû, 115 Mîliyar Dolaran, tê texmîn kirin ku, ev qebare heta sala 2022 dê bibe 500 Mîlyar dolar. Herwiha têkiliyên herdu welatan di warê berevanî û pêşketina teknolojî de gelek di xûrt in.

XS
SM
MD
LG