Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Divê Amerîka û Tirkîyê li Pêş Xwe Binêrin


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro Înê ragihand ku ew dixwazin hevkarî bi hikûmeta Tirkîyê re bidomînin, tevî ku wî qebûl kir ku peywendîyên bi Tirkîyê di xala krîzê de ye.

“Emê çekan dînin alîyekî û emê li ser mijarên ku dibin sedema dijwarîyan bixebitin. Hevalnendîya me, ne jiber rehetî ye, lê hevelbendîyeke piştrastkirî ye û li ser rêzgirtina dualî ava bûye. Em dizanin ku divê em bi lezgînî û bi rekêpêkî li pêş xwe binêrin,” Tillerson got.

Wî li ser Sûrîyê jî got ku ew fikarên Tirkîyê yên derbarê ewlekarîyê cidî digirin û ewê nema bi serê xwe gavan bavêjin.

"Jibo hevkarî, divê mekanîzmeyeke baş di navbera me, du hevalbendên NATO hebe. Her du dewlet li Sûrîyê xwedîyê heman armancan in û soza şerê dijî DAIŞê û rêxistinên din yên terorîst didin.”

Tillerson li ser mijara çekdayîna hêzên Kurdî li Sûrîyê jî got ku çekên ku ewê bidin Hêzên Sûrîya Demokratîk dê sînorkirî û spesîfîk bin û tenê bo cîhanîna armancên leşkerî bin.

Tillerson li ser lawazbûna demokrasî li Tirkîyê û planên îmzakirina rêketineke leşkerî ya ligel Rûsya hişyarî da Enqerê.

XS
SM
MD
LG