Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Trump li Şûna Tillerson, Pompeo Bîne


Hin dezgehên medya Amerîkî radigihînin ku Serokê Amerîka Donald Trump hizra guherina wezîrê derve dike.

Raport dibêjin ku Trump di nav çend hefteyên were de dikare serokê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA), Mike Pompeo li şûna Wezîrê Derve yê Amerîkî Rex Tillerson destnîşan bike.

Raportên medyayî îdia dikin ku Trump ji demeke vir ve hizra guhertina wezîrê derve dikir, lê heta niha zelal nebûye ku Trump biryara dawî daye yan ne.

Dema rojnamevanan îro li Qesra Sipî rastîya wan raprtan ji Trump re pirsî, wî got ku "Rex li vê derê ye." Trump wekî din, tiştekî din li ser wê mijarê negot.

XS
SM
MD
LG