Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Artêşa Venezuela Dibe ku Darbeyekê Bike


Tillerson dîyar kir ku Amerîka piştevanîya guherîna rejîmê û darbeyê nake û ser plana darbeyê jî ti agahîyên îstixbaratî negêhiştîye wan, lê da zanîn ku li Venezuela darbe dibe ku pêk were.

‘’Di dîroka Venezuela û welatên Amerîka Başûr de, gava rêvebirî bo gel xizmetê nake, artêşê gelek caran guherîn kirine’’ Tillerson got.

Tillerson bi zimanekî henekî dîyar kir ku ger li Venezuela darbe bibe, serokê Venezuela Nicolas Maduro jî wê bireve Kuba.

Wezîrê Derve yê Venezuela Jorge Arreaza gotinên Tillerson rexne kir û bang li welatên Amerîka Latîn kir ku li hember ‘’dijminê hevpar’’ hêzên xwe bikin yek.

Hilbijartina seroktîyê ya Venezuela dê di dawîya Nîsanê de li dar keve û Maduro bo şeş salên din careke din berendam e.

XS
SM
MD
LG