Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bersîva Komarîyan ya Gotara Salane ya Serok Biden


Walîya eyaleta Iowa Kim Reynolds ya ji Partîya Komarî
Walîya eyaleta Iowa Kim Reynolds ya ji Partîya Komarî

Walîya eyaleta Iowa Kim Reynolds ser navê Partîya Komarî, bersîva axaftina Serok Joe Biden ya di Gotara Salane da.

Reynolds di bersîva Komarîyan de Serok Joe Biden û Partîya Demokrat rexne kir, jiber bilindbûna enflasyonê û ya ku wê mina nêzîkatîyeke xelet ya di sîyaseta derve de binav kir.

"Li şûna ku Amerîka ber bi pêş ve biçe, wiha xuya dike ku Serok Biden û partî ya wî em şandine paşerojê, " Reynolds got,

Reynolds di derbarê sîyaseta derve de jî serok Biden rexne kir.

“Berdêleke kêmahî û qelsîya di asta cîhanê de heye û nêzîkatîya Serok ya di bo sîyaseta derve bi berdewamî pir kêm û pir dereng dibe. Dem hatiye ku Amerîka careke din pêbawerîyê bide. Dem dema biryardarbûnê ye. Dem dema pêşengîyê ye."

Wê Biden û Partîya wî ya Demokrat tawanbar kir ku wan “sala borî yan bi paşguhkirina kêşeyên ku Amerîkî rûbirû ne yan jî bi xirabtir kirine wan derbaz kirine.”

"Heke em li hindur qels bin, em nikarin hêza xwe li derveyî welat pêşve bixin," Reynolds got.

Reynolds bi berdewamî li ser bandora enflasyona bilind ya li Amerîka sekinî.
"Rêvebirîya Biden bawer dike ku enflasyon 'kêşeyeke yê kesên bi dehata bilind' e; ez dikarim ji we re bibêjim ku ew pirsgirêkek her kesî ye," Reynolds got.

Ev kevneşopîya çandê ya Washingtonê ye ku ji partîya opozîsyonê naveke berbiçav ya girîng piştî axaftina serokê Amerîka ya di gotara salana de , bersîva serok bide.

Reynolds di pêyvajoya pandemîyê de wek alîgira sînordarkirina erkên hikûmeta federal hate nas kirin.

Serokên Civata Partîya Komarîya bo revebirîya walî Reynolds ya di pêyvajoya pandemîya COVID-19 pesnê wê dan, dema ku wan dîyar kirin ku ewê Reynolds ser navê Partîya Komarî (GOP) bersîva serok Biden bide.

Demokrat hêvî dikin ku axaftina Rewşa Yekîtîyê (SOTU) wê piştgirî û hêza Biden û partîya wan xurttir û zêdetir bike.

Komarî dixwazin ku vê yekê wek fersendêke bi kar bînin, da ku tiştê ku ew mîna xelet û qels yên mezin yên di rojeva Serok û heyama wî ya heya îro de dibînin, destnîşan bikin.

XS
SM
MD
LG