Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Rêzan Şîrvan bi Klîbekê Êşa Komkujîya Şengalê Parve Dike


Hunermenda Kurd Rêzan Şîrvan jibo biranîna Qirkirina Şengalê ya Tebaxa 2014’an û bibîranîna qurbanîyên wê felaketekê, klîbeke nû ya bi navê “Şengal” amad ekir.

“Li ser xwîşk û birayên me yên Êzîdîyên ferman li ser fermanan hatin. Êşa ku li ser wan pêk hat di dilê min de jî birîneke mezin veda. Di vî warî de her gav min xwe deyndar dît. Ez vê klîbê wek dayîna deynê xwe dibînim.”

Şîrvan dîyar dike ku êrîşên ser Kurdên Êzîdî bandoreke pr mezin li ser wê çêkiriye.

“Êrîşên ku li ser gelê me Êzîdîyan hatine çêkirin pir êşên mezin pêk anîne. Di sala 2014’an de jî komkujîyeke mezin çêbû. Ev êşana di dilê min de jî wek kuleke mezin veda. Ez xwe vî warî de deyndar dibînim. Li ber vî jî min her gav dixwast ku vê yekê bi hunerê xwe bînim rojevê. Di vê klîba Şengale de jî min deyndarîya xwe bi cîh anî.”

Şîrvan di dema zaroktîya xwe de dest bi karê huner kiriye û bi xwe jî qîza Dengbê Kazo ye. Ew di her warî de keda bavê xwe li ser xwe hês dike. Dema diçû dibistanê, di heman demê de wek endama Koma Şîrvan sitranan jî distira.

“Ez ji malbateke sitranbêj têm. Bavê min Dengbêj Kazo û met û birayên min di sala 1989’an de Koma Şîrvan damezirandibû. Ez dema diçûm dibistanê, min jî di Koma Şîrvan de sitran distira. Jiber ku temenê min biçûk bû, navê min nedihat nivîsîn. Destpêka sitranbêjîya min wiha pêk hat.”

Bandora Dengbêj Kazo bêtir li ser keça wê Rêzan Şîrvan bûye. Ew dema behsa hunerê xwe dike herî zêde li ser keda bavê xwe disekine.

“Bandora bavê min li ser min gelek e. Ew hem jibo min bav ev û him jî rêberekî mezin e. Heke ez îro vê hunerê pêk tînimm ew bi saya bavê min e. Keda wî li ser min gelek e. Min ji wî hem bingeha hunerê û hem jî bingeha hest û ramana Kurdîtî wergirt.”

Şîrvan, di 16 salîyê xwe de di nav Koma Şîrvan de sitran digot. Lê dem borî û wek gelek sitranbêjê vê komê ew jî bi serê xwe derket pêş. Bi xwe albumên taybet çêkir, û ji 20’an zêdetir jî klîp kişandin.

“Cara yekê min albumeke bi navê ‘Ji Te Dûr Bûm’ çêkir. Heft sitranên vê albumê min kirin klîp. Heta niha li ser malpêra min ya medya civakî ji 20’an zêdetir klîp hatin weşandin ku di wan de çand û hunera me Kurdan cî digire.”

ED_01_06_2023_Rezan_Şîrvan
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:12 0:00
XS
SM
MD
LG