Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqina Hotela Dîrokî ya Cubayê de Herî Kêm 31 Kes Mirin


CUBA-BLAST/
CUBA-BLAST/

Hejmara kuştiyên teqîneke bihêz li otêlekê navdar li paytexta Kubayê êvara Yekşemê giheşt 31 kesan dema ku timen lêgerînê bi kûçikan re di nav kavilên avahiyeke sembolîk, sedsala 19an de li kesên ku hîn winda ne digeriyan.

Hotel Saratoga, otêlek pênc-stêrk ya li bajarê kevn ya Old Havana, amade bû ku ji nû ve vebe piştî ku du sal girtî bû dema ku gaze avahiye peqiya. Hotel di nav kolanên qelebalix ya paytexte Kubaye.

Gelek avahiyên nêzîk jî zirar dîtin, di nav de Şanoya dîrokî ya Marti û Dêra Baptist Calvary, navenda mezhebê li rojavayê Kubayê. Dêrê li ser rûpela xwe ya Facebookê got ku avahî rastî “zirareke hat, bi çendîn dîwar û stûnên we hilweşiyane yan şkestîne" le ti xebatkarên dêrê zirar nedîtine.

Wezaretê her wiha got 54 kes birîndar bûne û 24 kes jî rakirine nexweşxaneyê. Berî niha hatibû ragihandin ku 85 kes birîndar bûne, lê ev hejmar derket holê ku kesên di teqînê de mirine jî hene.

XS
SM
MD
LG