Lînkên eksesibilîtî

Rikeberîya Sûrîyê bi Şandeyeke Hevpar Beşdarî Civînên Cenevrê Dibe


Rikeberîya Sûrîyê dîyar kir ku ewê bi şandeyeke hevpar beşdarî hevdîtinên aştîyê yên li Cenevrê bibin. Di şandeyê de ewê 50 kes hebe.

Opozîsyona Sûrî, biryara şandina şandeya hevpar piştî kombûneke li Rîyad ya paytaxta Sûrîyê, ku do roj dom kir, sitand.

Bi qasî 140 pêşengên opozîsyonê beşdarî civîna li Rîyadê bûn.

Endama Komîteya Danûstandina Bilind Basma Kodmanî da zanîn ku ewê kom û kesên ku şandeyê de cîh bigirin îro Înê eşkere bibin.

Kordînatorê Giştî yê Komîte Riyad Hicab berî kombûnê dîyar kiribû ku ‘’hin hewildanên dirêjkirina temenê rejîmê’’ hene û karvekişîna xwe ragihandibû.

Rikeberîyê berê jî xwestibû ku Serokê Sûrîyê Beşar Esad karvekişîna xwe ragihîne, lê rêvebirîya Şamê dibêje ewê di danûstandinan de li ser karvekişîna Esad ti bazar çênebe.

Di hevdîtinên Cenevrê de ewê hikûmet û opozîsyon rû bi rû danûstandinan bikin.

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura jî beşdarî kombûna li Rîyadê bûbû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG