Rêberê rikeberîya Venezuela Freddy Guevara, ku ji mehekê vir ve di girtîgehê de bû, do Yekşemê hat berdan.
Azadbûna Guevara li dû danûstandinên hikûmeta Nicolas Maduro û rikeberîyê, ku li Mexico City destpê kiribû, rast tê.
Karbidestên îstixbarata Venezuela, Guevara di 12’ê Tîrmehê de li Caracasê ji otomobîla wî derxistibûn û berpirsan dîyar kiribûn ku peywendîya wî bi çeteyan re heye.
Amerîka girtina Guevara şermezar kiribû û doktorên wî hefteya borî ser saxlemîya wî fikarên xwe ragihandibûn.
Guevara ji medya herêmî re dîyar kir ku ew detayên ser azadbûna wî nizane û da zanîn ku sînordakirin jî hîn ne zelal in.
Reutersê ji zarê du jêderên rewişê dizanin da zanîn ku dibe ku Guevara li malê girtî bimîne.
Hikûmeta Venezeula û rikeberîyê roja Înê li Mexico City pêşpeymanek îmza kiribûn.
Norwec, Rûsya û Holanda jî di nav de bi dehan dewleta dê danûstandinên her du alîyan bişopînin.