Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Rikeberîya Venezuela Banga Protestoyên Aştîyane Dike


Rêberê rikeberîya Venezuela Juan Guaido
Rêberê rikeberîya Venezuela Juan Guaido

Rêberê rikeberîya Venezuela Juan Guaido bang li welatîyan kir ku dijî serokomarê welêt Nicolas Maduro di 12’ê Sibatê de protestoyên aştîyane li dar xin.

Rikeberîya Venezuela îdia dike ku Maduro di hilbijartinên 2018’an de bi sextekarî bi ser ketiye û dijî hikûmetê protestoyan li dar dixe ku di hinên wan de kuştin çêbûbûn.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Guaido piştî merasîmeke ser bidawîbûna dîktatorîya leşkerî ya 1958’an ji rojnamevanan re daye zanîn ku hikûmeta Maduro ji qadan ditirse û naxwaze ku gel bi awayekî rêxistinî tevbigere.

Rikeberîya Venezuela par di hilbijartinên herêmî de bi awayekî giştî têk çûbû, lê li eyaleta Barinasê, ku bi piranî partîya desthilatê bi ser dikeve, walîtî qezenc kiribû.

Guaido da zanîn ku divê partîyên rikeberîyê bo hilbijartinên serokomarîyê, ku çaverê ye di 2024’an de li dar keve, yekîtîyê çêkin.

Wî dîyar kir ku divê ew xwe ji niha ve bo hilbijartinan hazir bikin.

Bi dehan dewletên rojavayî Guadido di demên borî de wek serokê Venezuela pejirandin, lê piştî hilbijartinên 2021’an Yekîtîya Ewrupa (YE) û hin dewlet wî wek pêşengê rikeberîyê dibînin.

XS
SM
MD
LG