Karbidestên Amerîkî yên berevanî ji Dengê Amerîka re piştrast dikin ku firîngeheke çandinî ku li rojhilata bakurê Sûrîyê dikare bo mebestên leşkerî jî bê xebitandin.
Firîngeha ku bi navê Abu Hajar tê zanîn li nêzîkî Rîmêlan e di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.
Li gor jêderê Pentagonê, ku nexwest navê wî eşkere be, nêrîna firehkirina firîngehê ji Amerîkîyan hatiye û Kurd jî ew yek qebûl kirine.
Karbidestê behskirî do Çarşemê got ku firîngeha bi mezinahîya 700 metre niha giheştiye firehîya 1,300 metreyan.
Pisporên leşkerî dibêjin, bi firehkirina firîngehê firokên C-130 yên barhilgirtinê, alav û sîlahên ku di çerê dijî DAIŞê de pêdivî, dikarin bêne veguhastin.