Karbidestên Pakistanî Înê derengîya şevê rêberê partîyeke olî yê tundrê, Xadim Huseyîn Rizvî desteser kir ku piştgirên wî li çend bajarên mezin dijî bêrêzîya ola îslamê daxwaza qanûnên tundtir kiribûn.
Karbidestên ewlehîyê ragihand ku piştî ku meleyê navdar Rizvî li bajarê Lahor hate desteser kirin, piştevanên wî şerê polîsan kirin û 5 kes di encamê de birîndar bûn.
Rizvî demeke zûtir ya vê mehê pêşengîya xwepêşandanên dijî Dadgeha Bilind ya Pakistanê kiribû ku biryara azadkirina jina Mesîhî Asya Bîbî dabû bi biçûkxistina îslamê dihat tawanbar kirin.