Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Darayî Berbijarîya Robert F. Kennedy Erê Kir

Komîteya Darayî Senatoya Amerîkî îro Sêşemê berbijarîya Robert F. Kennedy Jr. ya jibo posta Wezareta Saxlemî û Xizmetên Mirovî (Department of Health and Human Services) erê kir.

Komîte bi vê biryara, ku bi 14 dengên Komarî yên 13 dengên Demokrat biryar da ku berbijarîya Kennedy were pêş tevahîya Civata Senatoran.

Komîteya Darayî Pêncşema borî bi tundî Kennedy rexne kiribû ku dijî vaksîn û derzîlêdanê dijberîyeke xurt nîşan daye û teorîyên komployê belav dike.

Kennedy di nav kesên ku Serok Trump destnîşan kirine de, yek jî kesên ku zêde rastî dijberîya tund ya Demokratan dihat.

Senator Bill Cassidy ku berê dijberî li hember Kennedy nîşan dabû, îro dengê erê jibo wî da.

"Min berê dengdanê danûstandinên pir tund bi Kennedy re kirin û biryar da ku piştgirî bibim berbijarîya wî. Bi sozên cidî ku min ji rêvebirîyê wergirtine û derfeta ku ez pêşketinê li ser mijarên ku em li ser li hev dikin, ezê dengê erê bidim," wî li ser X got.

XS
SM
MD
LG