Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Derbazbûna 8 Salan Birînên Komkujîya Roboskê Hîn Sax In


28’ê Berfanbara 2011'an de, firokên şer yên artêşa Tirkiye, li ser sînorê Şirnexê bombe barandibûn ser komeke qaçaxçîyên Kurd û di 19 ji wan zarok û xort, 34 kes kuştibûn.

Malbatên Roboskê di tekoşîna heft salan de ti encamên erênî bi dest nexistin û herî dawî di Gulana 2018'an de Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê jî serdana dozê red kir.

Ji gundîyên Roboskê Ferhat Encu, tevî birayê xwe Serhat, 27 xizmên xwe hinda kirin.

Li ser navê malbatan, Ferhat di HDP'ê de bû parlamanterê Şirnexê, lê ew di sala 2016'an de hat girtin û sê sal li zindanê ma.

Encu di meha Hezîrana vê salê de hat berdan, lê vê care jî birayê wî Velî Encu ku berdevkê Komela Malbatên Roboskê bû, hat girtin.

Ferhat Encu ji Dengê Amerîka re hêşt salên borî nirxand û got ku ewê tekoşîna xwe ya dadmendîyê bidomînin.

“Malbatên Roboskê di hêşt salên borî de tekoşîneke mezin meşandin, lê êşa wan kêm nebû jiber ku adalet cîhê xwe nedît.”

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:24 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG