Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupa Serdana Doza Malbatên Roboskê Red kir


Dadgehê dereng hinartina belgeyên kêm weke sedem nîşan dide.

Evûqatê Doza Malbatan a Dadgeka Mafê Mirovan Kerem Atiparmak li ser medya civakî biryara redkirina serdanê ragihand û destnîşan kir di proseya Dadgeha Bilind ya Tirkiyê de evûqatan belegeyên kêm dereng hinartine.

Yek ji evûqatê doza Roboskê di proseya Dadgeha Bilind de Mehmet Emin Aktar daxuyaniyên Kerem Atiparmak rexne dike.

"Di rosa Dadgeha Bilind ( Anayasa Mahekemis) 32 evûqat, doz 40 kesên ji Roboskê dişopandin. Dadgehê serdana 11 kesan qebûl nekir jiber kêmasiya belgeyan.

Dadgeh jibo temamkirina belgeyan nameyê tenê ji evûqatek re dişîne di dema betlaneyê de. Evûqat belgê du roj bi dernegî dihinêre.

Jiber ku ew dem pêvajoya çareseriyê jî têk çûbû, biryarek dan û serdanê redkirin.

Piştî wê malbatan li Enqerê evuqat Kerem Altiparmak girtin. Lê wî çi kir, di şûna ku li ser navê 40 malbatan serî li Dadgeha Mafê mirovan bixe, bêyî temamkirina belgeyên kêm, radibe li ser navê 276 kesan serî li Dadgehê dixe. Gelo ew 276 kes hemî rêyên hiqûqa navxweyî cerbandibûn, na!"

Aktarli îdia dike Kerem Altiparmak jibo kêmasiya xwe bigre, dixwaze evûqatên di prosa Dadgeha Bilind, taybet Nuşîrevan Elçî bi qebehet nîşan bide.

Li ser navê malbatên Roboskê parlamenterê berê yê Şirnexê Ferhat Encu ku nêzî du sal in girtî ye, daxuyaniyek belav kir û got di vê doza cidî û mezin de evûqat bi sersar tevgeriyane.

"Evuqat dibêjin Dadgeha Mafê Mirovan biryareke siyasî daye û dixwazin berpirsyiariyê jiser xwe bavêjin lê bi vê versivê nikarin kêmasiya xwe bigrin. Ev bersiv wijdana me rihet nake. Malbatên Roboskê li hêviyê ne ku kesên berpirs, kêmasiya xwe qebûl bikin"

Baroya Amedê jî li dijî biryara Dadgehê dest bi kamepyenek dike.

Hun dikarin li ser fayla deng agahiyên zêdetir gohdar bikin

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:39 0:00

XS
SM
MD
LG