Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Heft Salan, Rêyên Hiqûqî Ser Malbatên Roboskê Hatine Girtin


Tevî ku heft sal li ser Qetliama Roboskê derbas bû, heta niha ti kes nehatin ceza kirin û hemî rêyên hiqûqê li malbatên qurbanîyan hatin girtin

Kuştina 34 gundîyên Kurd li gundê Roboskê ket sala heştan, lê di hemî dadgehan de Doza Roboskê hat red kirin.

Di 28’ê Berfenbara 2011'an de komeke qaçaxçî, bi heceta ku endamên PKK’ê ne, bi firokên şer yên artêşa Tirkîyê hatibûn bombe kirin û 17 ji wan zarok, 34 kes bi bombeyan perçe bûbûn.

Malbatên Roboskê heft sal in ku jibo tesbîtkirin û cezakirina berpirsan, bi rêyên dadgehan tekoşîneke mezin dan, lê herî dawî di Gulanê de Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupî jiber sedema kêmahîya belgeyan serlêdana malbatan red kiribû.

Malbatên Roboskê awuqatan sûcdar dikin û ew bawerî di bernameya bîranîna sala heştan de jî neguherî.

Velî Encu di bîrabînê de li ser navê malbatan daxuyanîyek da.

"Malbat ji encama biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî, li ser navê HDP’ê parlamanter Meral Daniş Beştaş û li ser navê parêzêran jî serokê baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî sûcdar dikin."

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan ku bi jimareke parlamanterên partîya xwe beşdarî bernameya bîranînê bû, bersîva rexneyên malbatan da.

"Cîhê rexneyên malbatan li ser serê me heye. Ger ji vê encamê kêmahîya partîya me hebe, ez li vir, kêmatîyan digirim ser xwe."

Hun dikarin agahîyên zêdetir û herwisa kurte hevpeyvîna bi Hikmet Encu re ji ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_12_28_2018_Roboske
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:14 0:00

XS
SM
MD
LG