Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Olivia Rodrigo Bang li Ciwanan Dike ku Vaksînan li Xwe Din


Stêrka pop Olivia Rodrigo li Qesira Sipî bang li ciwanan kir ku vaksîna vîrusa korona li xwe bidin.

Lîstikvan û stranbêja 18 salî, Olivia Rodrigo li Qesira Sipî bi awayekî surprîz derket pêş kamerayan.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki, bo Rodrigo, di ser strana wê ya bi navê ‘’Ehlîyeta Ajovan’’ re got ku ‘’Bo me bibîne çirayên sor û îşaretên rawestandinê derbaz kir.’’

Li ser medya civakî bi mîlyonan şopînerên Rodrigo hene û Qesira Sipî dixwaze bi wê di nav ciwanan de rêjeya karanîna vaksînê bilindtir bike.

Rodrigo dîyar kir ku teşwîqkirina bo karanîna vaksînê karekî girîng e.

Di rojeva Rodrigo de, hevdîtina bi Serok Biden û pisporê nexweşîyên enfoksîyonî Anthony Fauci jî hebû.

Stêrka pop dê ser karanîna vaksînan vîdeo jî bikişîne.

XS
SM
MD
LG