Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku îro Duşemê serê sibê li rojhilat û rojavayê Ukrayna peqînên mezin çêbûne.
Bajarvanê Lvivê Makism Kozitsky dîyar kir ku bi êrîşên muşekî yên hêzên Rûs 6 kes hatine kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûne.
Karbidestên Lvivê didin zanîn ku hin muşek li nêzî îstasyona rêka hesinî ketine û zarar dane veguhestinê.
Reuters dide zanîn ku li nêzî Çemê Dnipro ya li dora Kîevê jî peqîn çêbûne.
Rûsya ragihand ku hêzên wê bi muşek û firokan êrîş birine ser artêşa Ukrayna.
Wezareta Berevanî ya Rûsya dîyar kir ku di encama êrîşên muşekî de 5 navendên fermandarîyê, depoyeke sotemenîyê, 3 depoyên kelûpelên leşkerî û 16 tesîsên leşkerî yên Ukrayna hatine tune kirin.
Li gor daxuyanîyê wezaretê, êrîş li Harkiv, Zaporizhzhia, Donetsk çêbûne.