Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Amedê Astengîyan û Qedexeya Derketinê Şermezar Kirin


Rojnamevanên Kurd astengîya li pêşîya kare wan li navçeyên qedexe bi daxuyanîyekê şermezar dikin

Cemîyeta Rojnamevanên Azad îro astengîya li pêşîya karê wan li navçeyên qedexe bi daxuyanîyekê şermezar kir.

Rojnamevan li ber bajarvanîya Amedê kom bûn û ji wir xwestin heta nav Sûr’ê bimeşin, lê polîs nehîşt.

Rojnamevan jî nêzî Meydana Şêx Said bi daxuyanîyekê hem qedexeyan, hem jî helwesta tûnd ya li ser rojnamevanan şermezar kirin.

Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Azad, Haqî Bolkan destnîşan kir li Tirkîyeyê çapemenî ne azad e, mafê azadîya çapemenîyê tê binpê kirin û rojnameger tên girtin, bi êşkenceyê tên binçav kirin.

Haqî Bolkan
Haqî Bolkan

“Li kolan, tax û navçeyê hatine qedexe kirin, em dizanin çi diqewime, loma dewlet û hikûmet jibo komkujîya li ser gel dide meşandin ji cîhanê veşêre, navçe û kolanan li çapemenîyê qedexe dike.”

Hêjayî gotinê ye ku li gor pêzanînên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyê, niha li 32 rojnamevan û peyamhinêr di girtîgehan de ne.

Wezirê Dadê Bekir Bozdag derbarê vê yeke de gotibû ku li Tirkîyê tu rojnamevan jiber karên xwe nehatine girtin.

“Dema ku hun li ser torên civakî dijûnan ji rayederan re bikin, ma ev dibe kare rojnamegerîyê? Paşê jî dibêjin jiber ku haqaret li serokkomar kirine hatine girtin. Ev hemî derew in,” Bozdag got.

Hêjayî bîrxistinê ye, herî dawî peyamhinêra Ajansa Jinha’yê Berîtan Canozer dema ku raport amade dikir, bi hiceta ku alikarîya rêxistina terorê kiriye, hat girtin.

Felat Mehmetoglu
Felat Mehmetoglu

Rojnamevan Ferat Mehmetoglu jî destnîşan kir ku ew di dema qedexekirina kolan û navçeyan de gelek caran rastî êrîş û heqaretên hêzên ewlekarîyê tên.

Mehmetoglu da zanîn ku polîsan carek ew desteser kiriye û gefa kuştinê li wî xwarine.

**

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:46 0:00

XS
SM
MD
LG