Bi boneya Roja Zimanê Kurdî roja Sêşemê li bajarê Qamişlo xwendekarên Zanîngeha Rojava şahîyêk li dar xistin.
Bi dehan xwendekar, mamosteyên zanîngehê, endamên sazîyên sîvîl, rewşenbîr bi cil û bergên gelêrî tev li şahîyê bûn.
Hevseroka Desteya Perwerdê ya Kantona Cizîrê Semîra Hecî Elî roja zimanê Kurdî pîroz kir û got ziman hebûna gelan e.
Serokê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava Bedran Penaber li ser giringîya perwerdeya bi zimanê dayikê peyîvî û bal kişand ser zimanê medyaya Kurdî û kêşeyên wê.
Di şahîyê de semînerên derheqa dîroka zimanê Kurdî hatin pêşkêş kirin û sînevîzyoneke li ser dîroka zimanê Kurdî hat pêşkêş kirin.
Di ahengê de Reşad Sorgul û Salihê Heydo beslbestên xwe ji mêvanan re xwendin û xwendevanan jî govend gerandin.