Îro 8’ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan e. Her sal di vê rojê de jibo nîşandana destketinên aborî, sîyasî û civakî yên yên jinan gelek pîrozbahî û bernameyên taybet têne lidarxistin.
Jinên seranser cîhanê bi çalakîyên xwe hem roja xwe pîroz dikin hem jî têkoşîna jibo mafên wekhevîya zayendî, dawîkirina rêbazên cudakar û tundîya dijî xwe dikin.
Roja Cîhanî ya Jinan cara yekê de sala 1911’ê de li Amerîka hate pîroz kirin û di 1977’an de Neteweyên Yekbûyî ew wek Roja Jinan ya Navnetewî pejirand.