Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Bernameya jibo Roja Zikmakî ya Cîhanê Eşkere Kir


Daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî li Tirkiyê
Daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî li Tirkiyê

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bernameya xwe ya jibo 21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ragihand.

DEM Partî wê ji 18 heta 21’ê Sibatê li jimareke bajaran bi slogana ‘’Dem dema zimanê Kurdî ye’’ bernameyan çêke.

Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman ya DEM Partî Heval Dilbihar dîyar kir ku ewê jibo zimanê Kurdî panel û preskonferansan li dar bixin, dersan bidin û rêdeçûnan pêk bînin.

‘’Emê li bajarên Kurdistan û Tirkîyê jibo statuya zimanê Kurdî, jibo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî bimeşin û daxuyanîyan bidin.’’

Wî got ku ewê jibo zimanê Kurdî 100,000 belavok bidin gel.

Li gor ragihandina Dilbihar wê çalakîyên jibo zimanê Kurdî li Amed, Wan, Sêrt, Êlih, Şirnex, Semsûr, Dîlok, Ruha, Çewlig, Dêrsim, Xarpêt, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Agirî, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom, Mereş, Meletî, Edene, Mêrsîn, Antalya, Stenbol, Kocaelî, Tekîrdag, Îzmîr, Manîsa, Aydin, Mugla, Balikesir, Enqere û Konya çêbin.

Dilbahar dîyar kir ku parlamanterên DEM Partî jî wê li parlamanê çalakîyên cuda li dar xin û bang li hemî alîyan kir ku bi kiras, fîstan, şal û şapikan beşdarî li bernameyan bikin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG