Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji 8 Adarê ya 2020’an Heta 8 Adarê 2021’an 304 Jin li Tirkîyê Hatine Kuştin


Platforma Rawestandina Kuştina Jinê bi raporeke nû ragihand ku ji 8’ê Adarê 2020’an heta 8’ê Adarê 2021’an, 304 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û 182 jin jî bi gumanbarî mirî hatine dîtin.

“Gelo ev reqemana jibo karbidestan ti wate dide yan na? Jibo ku Peymana Stenbolê were bikaranîn gelo kuştina 486 jinan têr nake?”

Di pîrozbahîyên 8’ê Adarê de jî tundî û kuştina jinan mijare herî serekî bû. Jinan li kolanan de jî hêst û ramanên xwe dîyar kirin.

Qedrîye Ozkan
Qedrîye Ozkan

Di pîrozbahîya Enqerê de dayika aştîyê Qedrîye Ozkan tundîya ser jinan şermezar kir.

“Ez kuştina jinan şermezar dikim. Em jin qehrê mêran dikşînin têr nake û îcar jî me dikujîn. Mêr xwe çi dihesibînin ku jinan dikujin. Mafê kesekî tuneye ku ser yekî dinê de zextê çêke.”

Ozkan hem li ser girînîya 8’ê Adarê hem jî li ser girîngîya yekîtîya jinan jî sekinî û got ku 8’ê Adarê jibo jinan rojeke girîng e.

“Em di vê rojê de berî her tiştî yekîtîya xwe û azadîya xwe bi çalakî û diruşman tînin ziman. Heta em jin nebin yek jibo me xilasî jî tuneye.”

ED_09_03_2021_Qedrîye_Ozkan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG