Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Tirkîyê Roja Mamosteyan E, Lê bi Deh Hezaran Mamoste Bêkar In


Li Tirkîye 24'ê Mijdarê wek Roja Mamosteyan tê pîroz kirin. Lê îsal bi hezaran mamoste bi heceta ku peywendîya wan bi rêxistinên terorê re hene, bi biryarên hikûmetê ji kar hatin derxistin.

Piştî hewla darbeya 15'ê Tirmehê, pêşî mamosteyên li di dibistan û zanîngehên nêzî cemaata Gulen ji kar hatin avêtin û ev hejmar di dora 29,000 de ye.

Lê di meha Îonê de hikûmetê bi biryarnameyên di desthilata qanûnê (KHK) de berê xwe da karmendên Kurd ku nêzî 5,000 mamoste, xebatkarên saxlemîyê û yên şaredarîyan ji kar hatin avêtin.

Di nav mamostên ku ji kar hatin avêtin de, lêkolîner û nivîskarên zimanê Kurdî jî hene.

Yek ji wan nivîskar û wergêr Şêxo Filîk e ku nîvîskarê kitêba çîrokan ‘'Bêbavî''ye. Ew herwiha amadekarê antolojîyeke çîrokên bi Kurdî ye ku ew berhem berî çend mehan bi Tirkî derketibû.

Filîk ew deh sal in ku mamoste ye û ew di meha Îlonê de ji kar hat dûrxistin û berî mehekê jî, yekcarî ji kar hat avêtin.

"Gava wan ez ji kar dûr xistim, min digot belkî ez dîsa vegerim kar jiber ku gor hiqûqa Tirkîyê tiştekî ez jê ditirsîyam tunebû."

Filîk bal dikşîne ser rewşa xirab ya wergerî û edebîyata Kurdî ku derfetên dabarê peyda nake.

‘'Ez wergêr im, di edebîyata Kurdî de ne mimkun e ku meriv bi wergerê debara xwe bike. Ne tenê bi wergerê, bi nivîskarîyê jî min neditîye ku heta niha kesî debara xwe kiriye. Heta em li ber derîyê xelqê bin, rîska jikar avêtinê dê her hebe,” Filîk gotinên xwe bi dawî tîne.

KHF_11_24_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:17 0:00

XS
SM
MD
LG