Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê îro Duşemê bi daxuyanîyekê got ku jiber mirina 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ya di encama êrîşa Tirkîyê de sê roj şînîya giştî hate ragihandin.
Rêvebirîya Xweser dîyar kir ku jiber behîyê li hemî herêmê xencî xizmetên mecbûrî yên wek bajarvanî, saxlemî, rêvebirîyên rewşa awarte hemî sazîyên din wê girtî bimînin.
Rêvebirîya Xweser demeke zûtir ya îro ragihandibû ku di encama êrîşa dewleta Tirk ya dijî navenda Asayîşê ya bajarê Dêrikê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir jîyaên xwe ji dest dan û 28 kesên din jî birîndar bûne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî jî li ser Twitterê got ku êrîşa Tirkîyê ya ser hevalên wî tawaneke hovane û binpêkirina mafê mirovan e ku divê bi zelalî were dîtin.
“Hêzên Ewlekarîya Hindurîn sazîyeke sîvîl e ku Koalîsyona Navnetewî piştgirîya wê dike ku li li herêmê aramî û ewlekarîyê xurt bike. Emê bi pêgirî bersîvdana destdirêjjî û êrîşên dagirkerîya Tirkîyê yên ser axa me û gelê me bidin û mafê me yê rewa ye ku em hember wan bisekinin,” Abdî got.
Wî bang li gel kir ku êşa malbatên qurbanîyan parve bikin û jibo rûmetkirina wan 29 hevalên wan, di merasîma fermî ya binaxkirina wan de amade bin.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan hefteya borî îdia kiribû du êrîşvanên ku li pêş Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bombe peqandine, ji Sûrîyê derbazî welêt bûne.
Fîdan gotibû ku Tirkîyê, wek bersîvdana wê êrîşê, li Îraq û Sûrîyê êrîş dibe ser navendên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hemî navendên wan jibo Enqerê hedefên rêwa ne.
Hêjayî balkişandinê ye ku piştî daxuyanîyên Fîdan, artêşa Tirk ji bi dehan êrîşên bejayî û esmanî li dijî Kurdên Sûrîyê pêk anîne û taybetî jî binesazîya herêmên bin kontrola Kurdan dike armanc.