Kurdên Rojava yên li herêmên Hesekê û Kobanîyê di rojên derbasbûyî de rastî êrîşên grûpên çekdar ên girêdayî leşkerê erebî yê Sûrîyê hatin û bi deh hezaran kes û malbat koçber bûn.
Rêveberîya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gote Dengê Amerîka li gor fermana birêz Mesûd Barzanî dezgehê her ji roja 21'ê meha Çile ve bi şêweyekî lezgîn dest bi hinartina alîkarîyan bo xelkê rojava kir.
"Me her di rojên destpêkê de xwe gihand koçberên ku li mizgeft, dibistan û avahîyên giştî û di malan de diman û alîkarî bi ser wan de belav kirin," Mûsa Ehmed got.
Rêveberîya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gilî dike ku Hikûmeta Sûrî û Ofîsên Netewên Yekbûyî (UN) li Sûrîyê rêgirin ku alîkarî zû bigihin bajarê Kobanîyê ku herêma herî zêde pêwîstî bi alîkarîyan heye.
Berpirsê Dezgehê got "Mixabin ku her ji roja 22 Çile heta niha me Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê û Sazîyên Netewên Yekbûyî li Sûrîyê agahdar kirine ku em dixwzin alîkarîyên xwe bigihînin Kobanîyê, lê heta vê se'etê bersivek ji wan nehatîye."
Mûsa dibêje, ku ofîsa Dezgeha Xêrxwazî li Helebê jî hewil daye ku alîkaîyan bigihîne Kobanîyê lê dîsan rê nedan.
Dezgeha Xêrxwazî got, ew hem ji alîyê Hesekê û hem ji alîyê Helebê ve dixwazin alîkarîyan bigihînin Kobanîyê lê dema ji alîyê Hesekê ve be dê zûtir û lezgîntir be, ji ber ku alîkarîyên ji Herêma Kurdistanê tên, dikarin ji bajarê Duhok di 24 se'etan de bigihêjin Kobanîyê.
Dezgehê heta niha û di roj û hefteyên derbasbûyî de bi dehan hezar danên xwarina gerim û hişk û bi berdewamî li ser malbtên koçberan û kesên pêdivî de belav kirine.
"Herwiha nivîn û sotemenî û pêdivîyên tendirûstîya zarok û malan weke pakec li ser hezaran malbatan hatine belav kirin," Mûsa got.
Herî zêde û giring di zivistana sar de alîkarîya mazot û sotmenîyê bû ku sermayek zêde heye û pêwîstîya xelkê bi alavên gerim kirinê heye.
Zêdebarî alîkarîyên mirovî û pêdivîyên jiyana rojane Dezgayê kar ji sedan kesan re peyda kirîye û li hember kar kirinê ew pereyan distînin ku alîkariya dezgehê bikin û xizmeta koçber û pêdivîyan bikin û alîkarîyan belav bikin.
Mûsa got, ewê berdewam bibin li ser hinartina alîkarîyan bo rojava, xelk jî bi şêweke çalak amadeye alîkarîyê bike.
Raportan ragihand ku çend roj in, ji bajarên Kurdan li Tirkîyê jî, yên weke Diyarbakir (Amed), Wan û Mêrdînê, Nisêbînê û yên din kamyonên alîkariyan bo Kobanîyê û rojava hatine hinartin lê xalên sînorî yên ji aliyê Tirkiyê ve rêgirî hatîye kirin û kamyon car dî vegerandine.
Ji hejî bîrxistinê ye ku Kurdan ji her alî de ji hemû bajaran û ji welatên derve dest bi helmetên alîkarîya ji bo Rojava kirine.
Roja 30'ê Çile a 2026an di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûrîyê de peymanek hatîye îmzekirin, tê çaverêkirin ku rewş li herêmê baştir bibe û hejmarek ji koçberan dikarin vegerin ser cih û warên xwe.
Fayla Deng bo guhdarî kirinê.